Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA QAMIŞLO JI BO NÎQAŞKIRINA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ CIVÎNEK LI DAR XIST

Di çarçoveya rêze çalakiyên Insyatîfa gel ya ji bo azadiya Rêber Apo û der barê komploya 15’ê Sibatê de, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo civînek lidar xist.
Civîn li Hola El melekiyê ya bajarê Qamişlo bi amadebûna endamên Insyatîfê, Rêveber, komîte, ofîs û şaredarîyê hate lidarxistin .
Di Civînê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û armancên girankirina tecrîdê hatin nîqaşkirin.
Civîn bi dirûşmeyên bijî serok Apo û bê Serok jiyan nabe bi dawî bû .