BERTEKÊN LI HEMBER ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA TIRK ZÊDETIR DIBIN
Koçberên Efrînî yên li kantona Şehbayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin, armanca dijmin têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.
Her wiha piştrats kirin ku dê ti carî êrîşên dagirkeriyê li hember vîna wan nebin bend.
Hevdemî rêveçûna operasyona Mirovî û Ewlehiyê û cîbicîkirina Hevpeymana Civakî, dewleta Tirk a dagirker dest bi pêleke nû ya êrîşên dagirkeriyê kiriye.
Kantona Şehbayê ku 5 kampên koçberên Efrînî lê hene û zêdetirî 150 hezar kes tê de dijîn, bi berdewamî rastî gef û êrîşan tê.
Ligel dijwarbûna êrîşan, firqeya 4’an a ser bi Hikûmeta Şamê ve çarhawirdora kantonê dorpêç kiriye û nahêle pêdiviyên jiyanî derbas bibin.
Koçberên Efrînî piştrast û dupat dikin, çiqas êrîş û dorpêç dijwar jî bibin, dê nekaribin vîna wan û hêviya vegera li Efrînê têk bibin.
Roja 2’yê vê mehê dema ku endamên Hêzên Ewlekariyê ji operasyona li kampa Holê vedigeriyan, rastî êrîşa dewleta Tirk hatin û 4 endam şehîd bûn.