Kanala ROJAVA TV

HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ… KELEMA DILÊ DAGIRKERAN Û NEYARAN E

30’ê çileyê şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dewleta Tirk çalakî li dar xistin û di encamê de 20 dagirker hatin kuştin. Her wiha 5 şervan jî şehîd bûn.
Xaltîka şervanê HRE’yê Cûdî Gabar ku di wê çalakiyê de şehîd bû, ji Rojava TV re axivî û piştrast kir ku ew bi fedekariya zarokên xwe serbilind in.

Ev dîmenên çalakiyên bibandor ên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li dijî baregehên dewleta Tirk in.

Sibeha 30’ê çileyê şervanên HRE’yê li gundê Basilê yê Efrîna dagirkirî bi ser çeperên dagirkeran de digirin û koka wan dihejînin.

Di serencama çalakiyê de 20 leşker û çeteyên Tirkiyê têne kuştin. Her wiha 5 şervan piştî lehengiyeke mezin digihêjin asta şehadetê.

Xaltîka şervanê HRE’yê Cûdî Gabar ku di wê çalakiyê de şehîd bû, ji Rojava TV re axivî û piştrast kir ku ew bi fedekariya zarokên xwe serbilind in.

Xaltîka Şehîd Cûdî Gabar anî ziman ku wan zarokên xwe li ser rêya Rêber APO û xeta şehîdan perwerde kirine.

Piştî dagirkirina Efrînê, di sala 2018’an de keç û xortên çiyayê Kurmênc û bi piştgiriya zarokên parçeyên din ên Kurdistanê, Hêzên Rizgariya Efrînê damezirandin.

Ji wê demê ve ew hêz ji bo tolhildana şehîdan û rizgarkirina Efrînê çalakiyên cihêreng li dar dixe.