XELKÊN HOLÊ PIŞTGIRIYA XWE BI HÊZÊN OPARASYONÊ RE NÎŞAN DAN
Qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSDˊê û YPJˊê di 27ˊê Çileyê de ji bo têkbirina şaneyên DAIŞˊê, tunekirina çavkaniyên tundrawî û girtina çeteyan destpêkirin, dewam dike.
xelkên herêmê, taybet xelkên navçeya Holê ku çaverêyên serkeftina vê operasyonê ne, ji kamîraya ROJAVA TV re axivîn û giringiya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê anîn ziman.
Kampa ku wek bombeyeke li ber teqînê tê naskirin, nifşên nû ku li ser fikrê tundrew mezin dibin dihewîne, lewra wekî ku welatiyan diyar kirin, bi rêya operasyonên bî vî rengî dikare were jinavbirin.
Rûspî û nunerên navçeya Holê tekez dikin ku pejirandina îdeolojiya DAIŞ’ê wê bibe sedema wêrankirina herêmê, lewma ew vê yekê qebûl nakin.
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê di roja xwe ya 9’an de berdewam dike û weke ku şervanên serkêşiya vê operasyonê dikin, dê ev operasyon dawî li DAIŞ’ê û destên wî di herême de bîne.