Kanala ROJAVA TV

4 ŞEHÎDÊN HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN LI QAMIŞLO HATIN OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Qamişlo û gundewarên wê cenazeyên 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên ku di êrîşa duh a dewleta Tirk de şehîd bibiûn, bi merasîmekê oxir kirin.

Di merasîmê de berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen axivî û got, dewleta Tirk bi hedefgirtina hêzên wan dixwaze, xebatên wan ên ji bo têkbirina terorê asteng bike.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên ku duh di encama êrîşa dewleta Tirk a li dijî navendeke wan de şehîd bûn, li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen axivî û got, dewleta Tirk bi hedefgirtina hêzên wan dixwaze, xebatên wan ên ji bo têkbirina terorê asteng bike.

Ji aliyê xwe ve endama meclisa malbatên şehîdan ya bajarê Qamişlo Şemsîxan Gulo got: dijmin dixwaze hevgirtina gel têk bibe.

Êrîşa dagirkeriyê ya li dijî navenda Asayîşê hevdemî wê yekê pêk hat ku, hêzên ewlekariyê mijûlî xebatên têkbirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li Kampa Holê ne.

Di her sê mehên derbasbûyî de jî dewleta Tirk bi dehan rêbendên asayîşê û akademiya Şehîd Nesrîn jî hedef girtibûn.