Kanala ROJAVA TV

LI HEMBERÎ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ BERTEK Û NERAZÎBÛN LI PÊŞIN

Rêveberên jin ên kantona Şehba kombloya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO şermezarkirin û destnîşan kirin ku ew ê komployê bi têkoşîn û berxwedanê têk bibin.

Rêber Abdullah Ocalan 15’ê Sibata 1999’an bi komployeke navneteweyî hat girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin.

Dewleta Tirk Rêber APO di girtîgeha Îmraliyê de ragirtiye û tecrîdeke giran li dijî rêbertî ferz kiriye.

Li hember tecrîdê jî bertek zêde dibin û polîtîkayên Tirkiyê ên li dijî rêber APO têne şermezarkirin.

Di vê çarçoveyê de endama koordînasyona Kongra Star a şehba Hêvîn Mihemed li gel Rojava tv got, heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew ê di nava hewldanan de bin û xeta berxwedanê bernedin.

Rêvebera Mala Jin a Şehba Yasmîn Ebdulqadir jî diyar kir ku ji ber fikrê Rêber Abdullh Ocalan dikare pirsgirêka Rojhilata navîn çareser bike, komplo li dijî Rêbertî pêk hat.

Li dijî komplo û tecrîda girankirî gelê Kurd û dostên wan li hemû aliyên Kurdistan û derveyî welat di nava çalakiyan de ne û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dadikevin qadan û asta Têkoşînê bilindtir dikin .