Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ ŞEHÎD VIYAN SORAN HAT BI BÎR ANÎN

Encumena Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê ji bo Şehîd Viyan Soran merasîmeke bîranînê li dar xist .

Leyla Walî Huseyîn bi nasnav Viyan Soran di 2’ê Sibata 2006’an de bi boneya salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir.

Merasîm li Navenda Çand û hunerê û bi amadebûna saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kombûna Jinan a Zenûbiyayê hate lidarxistin .

Di merasîma bîranînê de nameya şehîd Viyan Soran hat xwendin .

Merasîma bîranînê bi vêxistina mûman bi dawî bû .