LI DARISTANA KOBANÊ 100 DAR HATIN ÇANDIN
Saziyên Ragihandinê yên kantona Firatê îro bi armanca parastina ekolojî û geşkirina jîngeheke tendurist, 100 dar li daristana nû ya Kobanê çandin.
Çandina daran bi dirûşma ”Jîngehekî baş tendurûstiyeke Baş a Civakeke Durûst e” bi tevlîbûna bi dehan Endamên Saziyên Ragihandinê yên Firatê pêk hat.
Himleya çandina daran ji pirojeyên Desteya Jingehê ya kantona Firatê ya sala 2024’an e.
Her wiha dê bi hevkariya Saziyên Civaka Sivîl dar werin çandin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku, di sala 2023’an de Desteya Jingehê li kantona Firatê bi hezaran dar li navçe û bajarên kantonê çandin.