Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER A EFRÎN Û ŞEHBAYÊ KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIR

Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê, komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê heya azadiya Rêber Apo têkoşînê bidomînin.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, sîstema cîhanê ya hegemon bi pêşengiya Amerîka, Ewropa, dewletên herêmê yên ku Kurdistan dagir kirine komplo pêk anîn û zagona navneteweyî binpê kirin .

Her wiha Rêveberiyê di dewama daxuyaniya xwe tekez kir ku, berxwedana dîrokî ya Rêber APO, sîstema Îmraliyê ya li dijî pîvanên mirovahiyê ji bo gelê Kurd
kir vejîneke nû.

Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahî gel kir ku ji bo azadiya RÊBER APO asta berxwedanê bilindtir bikin .