ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK PIRISGIRÊKA KÊMBÛNA SOTEMENIYÊ AFIRAND
Êrîşên dagirkeriya Tirk ên bê serûber li ser herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê bû sedema krîzeke sotemeniyê û welatî neçar man ku ji bo peydakirina sotemeniyê bi saetên dirêj li bendê bin.
Dewleta tirk a dagirker di 25’ê Kanûna 2023’an de binesaziya herêmê weke stasyonên enerjiyê, stasyonên avê û bîrên petrolê hedefgirtin.
Êrîşên li ser bîran, bû sedema krîzeke giran a sotemeniyê û welatî neçar man ku ji bo peydakirina mazot û benzînê bi saetên dirêj li ber deriyê stasyonên belavkirinê bimînin.
Bajarê Hesekê mînakek ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ku rastî kêmasiyeke mezin a sotemenî û gaza navxweyî tê.
Rêveberê stasyona El-Selam, Faris El-Haşimî sedema kirîza mezin diyar kir û got ku rêjeya dayîna mazotê ji bo stasyonên bajaran jî, kêm bûye û ew jî ji ber êrîşên dagirkeriyê ye.
ÊrîŞên dewleta Tirk bûn sedem ku hemwelatî di her alî de bêzar bibin, karê xwe rawestînin û pir caran jî neçarî rêyên alternatîv bibin da ku pêdiviya jiyana xwe pêk bînin.