BANGÊN AZADIYA RÊBER APO ZÊDE DIBIN
Welatî û Endamên inisiyatîfa gel a azadiya Rêber APO yên kantona Mibicê Têkldarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji Rojava Tv re axivîn û bêdengiya navneteweyî li hemberî tecrîdê şermezarkirin.
Her wiha destnîşan kirin ku heta pêkanîna azadiya Rêber APO ew ê di nava çalakiyan de bin.
Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ji 25’ê Adara 2021’an ve û heta niha tu agahî ji rêber APO nayên girtin, li hemberî wê jî gelên azadîxwaz ji bo rewşa Rêber APO ya di nava şert û mercên tecrîdê de bi fikar in.
Li hemberî girankirina tecrîdê û bêhiqûqiya li Îmraliyê pêk tê, hemû pêkhateyên cîhanê bi hêrs in û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO çalakiyên xwe bi hêztir dikin.
di vê çarçoveyê de Welatiya bi navê Şemis Berkel ya ji kantona Minbicê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîda li dijî Rêber APO şermezarkir û got ku Tirkiyê nikare me ji fikrê rêbertî qut bike.
Endamê înisiyatîfa gel a azadiya Rêber APO Mihemed El Şewax jî destnîşan kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya rêber APO têbikoşin.
Têkiliya herî dawî ya Rêber Abdullah Ocalan bi derve re bi rêya telefonê bû.
Rêber Apo bi birayê xwe Mihemed Ocalan re axivî, peywendî 5 deqeyan dewam nekir û hat birîn, ji wê demê ve û heya niha tu agahî ji Rêber APO nayên wergirtin.