Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÎ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ LI DIJÎ ŞEHBA ŞERMEZAR KIRIN

Efrîniyên ku piştî dagirkirina bajarê xwe koçberî kantona Şehba bûne, di warê koçberiyê de jî, ji êrîşên sîstematîk ên Tirkiyê bêpar nebûn.
derbarê de koçberên Efrînî yên li gundê Xirnata yê navçeya Fafînê dimînin, ji Kamîraya Rojava TV axivîn û êrîş şermezar kirin

Dewleta Tirk a dagirker her roj bi fuze û çekan topbarana xwe li ser gund û bajarokên navçeya Şehbayê berfireh dike.

koçberên Efrînê yên li gundê Xirnata yê navçeya Fafînê dimînin, behsa êrîşên rojane yên dewleta Tirk kirin û êrîş bi tundî şermezar kirin.

koçberên efrînî gotin her çiqas êrîş berdeam bin ew dest ji xaka xwe bernadin.

Rêzeya bombebarana Tirkiyê li dijî sivîlan heta ku saziyên navdewletî daxwaza rawestandina lezgîn a êrîşên Erdogan û çeteyên wî nebin, dê berdewam bike.