Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ YEKEMÎN KONFERANSA DAMEZRÎNER A RÊXISTINÊN CIVAKA DEMOKRATÎK HAT LIDARXISTIN

Di bin durişmeya Bi hêza civaka rêxistinkirî em ê demokrasî, azadî û edaleta civakî pêk bînin, li Reqayê Yekemîn Konferansa Damezrîner a Rêxistinên Civaka Demokratîk hate lidarxistin.
Konferans li Hola Mişwar a Reqayê bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser, kesayetiyên siyasî, sivîl û çandî û Rûspiyên eşîran, hate lidarxistin.
Di konferansê de axaftin hatin ku bi giştî tekezî li ser girîngiya demokrasî, azadî û Edaleta civakî di avakirina civakeke bihêz û îstiqrar de, hate kirin.
Konferans di çarçoveya plansaziya Rêveberiya Xweser a ji bo pêşxistina xebatên sazî û Yekîtiyan li hemû beşên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate lidarxistin.
Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û Nisrîn Hesen û Cîhad Hesen weke hevserokên Rêxistinên Civaka Demokratîk hatin hilbijartin.