ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA ROJAVA KIRIYE
Xwendekarên Zanîngeha Rojava diyar dikin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ew rastî zehmetiyan tên.
Her wiha Rêvebirê xewgehên zanîngeha Rojava Rawan Hisên jî da zanîn ku ji ber nebûna elektrîkê xwendekar di tarîtiyê de dixwînin.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bandoreke neyînî li qada xwendinê bûye.
Di demekê de ku xwendekarên Zanîngeha Rojava xwe ji bo pêşkêşkirina ezmûnan amade dikirin, dagirkeriyê dest bi êrîşan kir.
Ji ber rûxana stasyonên elektrîk û sotemeniyê, xwendekar di tarîtiyê de dixwînin.
Xwendekarên Zanîngeha Rojava ji Rojava TV re behsa zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin, dikin.
Rêvebirê xewgehên Zanîngeha Rojava Rawan Hisên jî diyar dike ku êrîşan bandoreke neyînî li rewşa xewgehan kiriye. Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên vê dawiyê de hejmarek dibistan jî hedef girtin ku di encamê de porseya xwendinê heta demekê hate rawestandin.