DI OPARASYONA “MIROVÎ Û EWLEHIYÊ” 3 ÇETEYÊN DAIŞ HATIN GIRTIN
Hêzên Ewlekariyê û Leşkerî li Kampa Holê di çarçoveya çalakiyên cihêrend de 3 çeteyên DAIŞ girtin û hejmareke ji cebilxaneyan desteser kirin.
XQonaxa sêyemîn a Oparasyona “Mirovî û Ewlehiyê” ku Hêzên ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê daye destpêkirin, di roja xwe ya 5’an de berdewan dike.
Li gorî agahiyên ku nûçeghanê me ji Nivîsgeha raghandinê ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê wergirtine, doh Hêzên Ewlekariya Hundirîn di encama çalakiyên cihêreng de ku li kampa Holê pêk anîn, 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Her wiha di çalakiyeke taybet a Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê de, hejmareke ji cebilxaneyan hatin destserkirin.
Nivîsgeha raghandinê ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê da zanîn ku çalakiyên ku hatin lidarxistin, piştî lixwemukurhatinên çeteyên ku di 3 rojên destpêkê yê oparasyonê de hatibûn girtin.