Kanala ROJAVA TV

MECLISA EDALETÊ YA DÊRAZORÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Meclisa Edaletê ya Kantona Dêrezorê û Saziyên wê, ji bo nîqaşkirina karûxebatên xwe, civîna xwe ya salane li dar xist.

Civîn bi dirûşmeya “Edaleta civakî…misogeriya civakeke exlaqî ye” û bi armanca nirxandina xebatên sala 2023’an hate li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê hate lidarxistin.

Desteya Serokatiya Encumena Sivîl a Dêrazorê, Serokatiya Encumena Dadweriya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Endamên Encumena Sivîl a Dêrazorê, Encumena Dadê, komîteyên lihevanînê û endamên saziyên sivîl, beşdar bûn.

Di civînê de rêziknameyên Meclisa Dadweriya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin.

Paşê astengiyên ku li pêşiya xebatên dadmendiyê derdikevin, bi berfirehî hatin nîqaşkirin.

Her weha civîn bi wergirtina pêşniyarên ji bo pêşxistina xebatên dadweriyê di sala 2024 de, bi dawî bû.