KOMBÛNA JINÊN ZENÛBIYA DARVEKIRINA GIRTIYÊN SIYASÎ ŞERMEZAR KIR
Kombûna Jinên Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê derbarê girtiyên siyasî yên Kurd ku ji aliyê rejîma Îranê ve hetin darvekirin got, dervekirina girtiyên siyasî yên Kurd dermirovî ye.
Kombûnê di daxwiyaniya xwe de, darvekirina girtiyên siyasî yên bi navên Mihemed Feramerzî, Pijman Fatîh, Wefa Azerbar û Muhsin Mezlûm ji aliyê rejîma Îranê ve, şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, li gorî belegeyên Mafên Mirovan rayedarên Îranê ji destpêka îsal ve û het niha 20 welatiyên kurd darvekirine.
Her wiha Kombûnê diyar kir ku, dervekirina girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê Îranê ve dermirovî ye.
Kombûna Jinên Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê di dawiya daxwiyaniya xwe de bêdengiya Navnetewyî li hemberî sûcên Îranê yên li dijî kurdan, bi tundî şermezar kir.