DEWLETA TIRK SALA 2019’AN KOMKUJIYEK LI DIJÎ ZAROKÊN EFRÎNÎ PÊK ANÎ
Nîvroja 2 kanûna sala 2019’an çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji herêmên dagirkirî êrîşî navçeya Til Rifet a Şehbayê kirin û di encamê de 8 zarok û 2 kesên temen mezin şehîd bûn.
Hevkarên me çûn cihê komkujiyê û şahidan jî behsa kêliyên destpêkê yên komkujiyê kirin.