BANGÊN AZADIYA RÊBER APO DI SALVEGERA KOMPLOYÊ DE ZÊDE DIBIN
MERYEM CINDO - HEVSEROKA YEKÎTIYA ÊZDIYÊN EFRÎNÊ
Hevseroka Yekîtıya Êzdiyên Efrînê ku li şehbayê dimîne Meryem Cindo bi boneya 25’emîn salvegera komploya 15 sibatê 1999an ku di ancama wê de rêber APO dîl hatiye girtin ji Rojava Tv re axivî û helwst nîşan dide.
Meriyem cindo desnîşan kir ku ewê li Rêber Apo xwedî derkevin û ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî di nava çalakiyan debin.
Dem nêz dibe ku 25 sal di ser komploya neventeweyî re derbas bibin ku di encam de 15 ê sibata 1999 an Rêber Abdulah Ocalan dîl het girtin.
Ev 26 salin rêber apo di nava tecrîdeke girankirî de ye, li hemberî wê yekê rêbertî di greva imraliyê de ji bo jiyaneke aştiyane li berxwe dide.
Hevseroka yekîtıya Êzdiyên Efînê ku li şehbayê dimîne Meryem Cindo ji Rojava Tv re axivî, komploya li dijî rêber APO şermezarkir û got ku girtina rêber APO ku ewqas sal di ser derbasdibin ne li gorî ti zagonane.
Meryem Cindo destnîşan kir ku ewê her tim li rêberê xwe xwedî derkevin ji ber ku bi saya fikrê rêber APO hişiyarbûn
Dewleta Tirk ji dema girtina rêber APO ve û heta niha tecrîdeke giran li dijî rêbertî ferz kiriye û ji sala 2021’an ve bi hincetên cûrbecûr cazên displînê li rêber APO dibire, li hemer wê jî gelê azadîxwaz bi armanca têkbirina komploya navneteweyî û şkandina tecrîdî her di nava liv û tevgerê dene.