Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ NAVENDA PIŞTGIRIYA CIVAKÎ HATE VEKIRIN

Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya kantona Reqayê bi armanca pêşkêşkirina xebatên civakî, Navenda Piştgiriya Civakî vekir.

Endamên Meclisa Kombûna Jinan, Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê, rêxistinên civaka sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Yekitiya Parêzeran tev li vekirina navendê bûn.

Di navendê de 11 nivîsgehên weke; piştevaniya derûnî, nivîsgeha jinan, nivîsgehên rêxistinî û rêvebiriyê hene.

Navend Piştgiriya kesên xwedî kêm dahat û yên ku ji kampa Holê vedigerin, bike.

Di şahiya vekirina navendê de hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê yê Reqayê Cîhad Hesen axivî.

Piştre navend ji aliyê dayîka şehîd Şiyar Zagros, Zelîxe Muslim ve hate vekirin.