ŞANDEKE RÊVEBERIYA XWESER SERDANA KAMPA HOLÊ KIR
Şandeke desteya Karûbarên Civakî û kedkaran û Desteya Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser îro serdana kampa Holê kirin.
Serdan bi armanca şopandina qonaxa sêyemîn a Oparasyona Mirovî û Ewlehiyê û piştgirîdayîna hêzên leşkerî û Ewlekariyê pêk hat.
Şande ji hevserokên desteya Karûbarên Civakî û kedkaran a Kantona Cizîrê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Serokê Ofîsa Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser pêk dihat.
Şandeyê di destpêkê de serdana Rêveberiya Kampê kir, piştî nîqaşên li ser rewşa penaber û Niştecihên di kampê de her wiha rêveçûna Oparasyonê, berê xwe dan nava kampê û cihê komkirina agahiyan a jin û zarokên DAIŞ’ê şopandin.