Kanala ROJAVA TV

XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA ROJAVA EZMÛNÊN DAWIYA QONAXA YEKEM PÊŞKÊŞ DIKIN

Xwendekarên zanîngeha Rojava dest bi pêşkêşkirina ezmûnên dawiya qonaxa yekem a sala xwendinê kirin.

Xwendekar bi coş ezmûnan pêşkêş dikin û diyar dikin, çiqas êrîş û zehmetî hebin, lê ew ê bi israr xwendinê bidomînin û armancên xwe pêk bînin.

Xwendekarên zanîngeha Rojava ya li kantona Cirîzê di roja duyemîn de dest bi pêşkêşkirina ezmûnên dawiya qonaxa yekemîn dikin.

Ji ber êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêmê, ezmûnên îsal ji yên salên derbasbûyî cudatir in, ber ku elektrîk û sotemenî hatin birîn û xwendekar di tarîtiyê de rojên xwe derbas dikin.

Xwendekarên ku ezmûnan pêşkêş dikin, weha behsa hest û daxwazên xwe dikin.

Hevserokê Fakulteya Ziman û Wêjeyê ya Zanîngeha Rojava Darwîn Darî diyar kir ku, ev ezmûn sûdeke mezin digihîne xwendekaran. Li gorî amarên Rêveberiya zanîngeha Rojava, 3 hezar xwendekar di 14 beş û fakulteyan de ezmûnan pêşkêş dikin û dê ew prose heta du hefteyên din jî berdewam bike. Her wiha li her du zanîngehên Şerq û Kobanê jî ezmûn bi rê ve diçin.