Kanala ROJAVA TV

NERAZÎBÛNÊN LI HEMBER ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ZÊDETIR DIBIN

Welatiyên kantona Reqayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê şermezar kirin û gotin, dewleta Tirk dixwaze aramiya herêmê têk bibe.

Her wiha teqez kirin ku heta henaseya dawiyê ew ê li ber xwe bidin.

Di heyama 3 mehên derbasbûyî de, ev sêyemîn car e ku dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrîşî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Herî dawiyê di navbera 13 û 16 çileyê de, dagirkeriyê bi rêya dron û balafirên şer çavkaniyên jiyanê yên 5 milyon welatiyan hedef girt.

Ji ber rûxandina stasyon û navendan, niha sotemenî, elektrîk, av û hinek pêdiviyên din yên jiyanê bi zehmetî têne peydakirin.

Welatiyên Reqayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navdewletî şermezar dikin.

Her wiha welatiyan dan zanîn ku armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker jinavbirina aramiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Tevî binpêkirina peyman û yasayên navdewletî jî, lê ta niha hêzên garantor li hember êrîşan bêdeng in. Gelên herêmê jî piştrastiyê li mezinkirina asta berxwedaniyê dikin.