Kanala ROJAVA TV

KOMCIVÎNA NRLS BI ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ

komcivîna NRLS’ê ya derbarê koçberî û koçberkirinê de bi encamname û pêşinyaran bidawî bû.
Navenda Rojava ya lêkolînên staratîjîk NRLS derbarê koçberî û koçberkirinê de li navenda Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo hate lidarxist.
Di komcivînê de nîqaş li ser sedem, encam, pêşniyar û çaresriya Koçberiya ji herêmê hate kirin.
Komcivîn bi encamname û pêşnyaran bi dawî bû di encamnameyê de hate gotin, diyardeya koçberî û koçberkirinê metirsiyê dide ewlehiya mirovî û hebûna civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Her wiha Bang li Rêveberiya Xweser hate kirin ku ji bo krîza debarê û karesata ziwabûnê bersiveke kalîte bide, tevahî civakê, zanyar, aborînas, sendîqe û yekitiyên pîşesazî beşdar bike da ku rewşa debarê baş be.