LI REQAYÊ DUYEMÎN WERZA XWENDINÊ DEST PÊ KIR
Li gorî salnameya perwerdeyê ku desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kiriye, li dibistanên Reqayê werza duyemîn a sala xwandinê ya 2023-2024 destpêkir.
MIX
Li kantona Reqayê, werza duyemîn a sala xwandinê ya 2023-2024’an dest pê kir, û li gorî wê dibistanên seretayî û amadehî deriyên xwe careke din li hember xwendekaran vekirin.
Rêveber û mamosteyên dibistanan destnîşan kirin ku dibistan bi temamî ji bo pêşwazîkirina xwendekaran amade ne û mamosteyan ji duh danê sibê ve dest bi dayina waneyên zanistî ji xwendekaran re kirine.