Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ ÇALAKIYEK HUNERÎ JI BO KESÊN XWEDÎ PÊWISTIYÊN TAYBET HATE LIDARXISTIN

Bi armanca dilşadkirina kesên xwedî pêwistiyên taybet Kafê ya Roj bi hevkariya rêxistina “Tîrêc” li Kobanê çalekiyeke hunerî lidarxist.

Bi dehan zarok û malbatên xwe her wiha endamên Rêxistina Tîrêc, karmend û rêveberiya kafê Roj di çalakiyê de amade bûn.

Di çalakiyê de stran ji aliyê kesan xwedî pêdeviyên taybet ve hatin pêşkêşkirin.

Rêvebera kafê Roj “Rojhilat Hesen” destnîşan kir ku ev çalakî wê hîn berdewam bike, her wiha wê di demên pêş de zarokên sêwî û malbetên şehîdan werin vexwandin.