Kanala ROJAVA TV

NRLS’Ê JI BO NÎQAŞKIRINA SEDEMÊN KOÇBERIYÊ, KOMCIVÎNEK LI DAR XIST

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratîjîk NRLS’ê ji bo nîqaşkirina mijarên koçberî û koçberkirina li herêmê, komcivînek li dar xist.

MIX

Komcivîn bi durişmeya” Koçberî û koçberkirina li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê, Sedem,Encam, Pêşinyar û Çareserî ” NRLS’ê komcivîna xwe li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin .

Bi dehan Endamên NRLS’ê, endamên Saziyên rêveberiya Xweser û partiyên Siyasî beşdarî komcivînê bûn.

Di komcivînê de mijarên weke koçberiyê û rêbazên sekna li hember wê hatin nîqaş kirin her wiha derbarê wê de jî sinifizyonek hat pêşan dan.

Beşdarên komcivînê diyar kirin ku armanc ji komcivînê rêgirtina li hember koçberiyê ye .