Kanala ROJAVA TV

OPERASYONA MIROVÎ Û EWLEHÎ DI ROJA 2’AN DE DEWAM DIKE

Şervanên YPJ’ê yên ku beşdarî oparasyona Mirovî û Ewlehî bûne diyar dikin ku oparasyon serkeftî dewam dike.

Şervanan tekez kirin ku ew ê heta dawiyê erka xwe pêk bînin û gelê xwe ji xeteriya DAIŞ’ê biparêzin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê, 27`ê Çileyê dest bi qonaxa sêyemîn a ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ li kampa Holê kirin.

Operasyon di roja 2 an de dewam dike.

Derbarê vê yekê de şervanên YPJ’ê ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku Operasyon bi awayekî serkeftî dewam dike

Her wiha şervanan tekez kirin ku heta kêliya dawî di jiyana wan de dê parastina xaka xwe bikin û xetetiya DAIŞ’ê li ser gelê herêmê bi dawî bikin.

Roja duyemîn a qonaxa sêyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” didome.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di xebat û operasyonên lêgerînê de 4 mayînên veşartî û amûrên tûj ên ji bo birîn û kuştinê tên bikaranîn dîtin. Her wiha çeteyekî ku cilê jinan li xwe kiribû û 20 kesên bi navê Eşbal El Xîlafa jî gitin .