Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ BAXÇEYEKÎ ZAROKAN HATE VEKIRIN

Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê baxçeyekî zarokan bi navê “Şehîda Yasmîn” vekir.

Di merasîma vekirina bexçeyê de endamên meclisê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Komîteya Rêveberiya Xwecih û Şaredariyan û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Baxçeyê zarokan ji bo zarokên karmendên jin ên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatiye vekirin ku temenê wan di navbera 3 û 6 saliyê de ye.

Di baxçe de dê 12 mamoste bixebitin û baxçe têra 100 zarokan dike.

Her di merasîma vekirina bexce de axaftin hatin kirin û hate gotin:Ev baxçe ji bo zarokan e ku kulîlkên siberojê ne.”

Baxçeyê zarokan ji aliyê dayika şehîd Mihemed Henkûş ve hate vekirin.