LI ŞEHBAYÊ JI BO ŞEHÎD BAHOZ EMED MERASÎMEK XIYABÎ HAT LIDARXISTIN
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê îro merasîma xiyabî ji bo şehîd Ehmed Elî bi nasnav (Bahoz Emed) li darxist.
Merasîm li goristana Şehîdan a li navçeya Fafînê hat lidarxistin.
Bi sedan koçberên Efrînê, Şêniyên Şehbayê, Endamên Saziyan û Partiyên Siyasî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de axaftin ji Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Rêvberiya Xweser a Efrîn û Şehba ve hat kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji bo malbata Şehîda hat xwestin û tekez kirin ku ew ê xwedî li keda û destkeftiyên Şehîdan derkevin û xeta Şehîd Bahoz Amed bişopînin.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Fermandar Ehmed Elî bi nasnav (Bahoz Emed) di 17’ê Mijdara 2023’yan de li navçeya Eyn Îsayê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakî bi rê ve birin û bi lehengî gihaştibû şehadetê.