PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ LI MINBICÊ KONFERANSA XWE YA 4’EMÎN LI DAR XIST
Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê konferasna xwe ya 4’emîn li dar xist û hevserok û endamên nû hatin hilbijartin.
Di bin diruşmeya ” Partiya me pêşeroja me ye, Rêveberiya me misogeriya me ye, Hêzên me serkeftina me ye , Sûriye me dike yek ” Partiya Sûriya Pêşerojê konferasna xwe li dar xist.
Endamên Partiyê Sûriya Pêşerojê, Saziyên Rêvebeiya Xweser, Hêzên Leşerî û Kesayetên diblomasî beşdarî konferansê bûn.
Di konferansê de rapora salê hate xwendin û karê rêxistinî yê partiyê di nava salekê de hate nîqaş kirin.
Di dawiya konferansê de 35 endamên nû yên Partiya Sûriya pêşerojê, Ibtîsam Ebdulqadir wek hevserok û Mihemed Berkel wek Cîgirê hevserokatiya Partiyê hatin hilbijartin.