Kanala ROJAVA TV

MECLISA GELAN A DEMOKRATÎK A CIZÎRÊ CIVÎNA XWE YA SALÊ LI DAR XIST

Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Cizîrê îro ji bo nirxandina xebatên xwe, civîna xwe ya salê li Qamişlo li dar xist.

Civîn li hola Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin û tê de karûxebatên sala 2023’an hat nirxandin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, tabloya xebatên civînê hat pêşkêşkirin û dengdayîn li ser hat kirin.

Her wiha rewşa siyasî û geşedanên dawî yên li herêmê hat nirxandin, paşê rapora kar û xebatên salekê ya Meclisê ji aliyê Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk Hikmet Hebîb ve hat xwendin.

Beşdarên civînê xalên di raporê de nîqaş kirin.

Piştî nîqaşan, beşdaran nêrînên xwe ji bo xebatên sala 2024’an pêşkêş kirin.

Endamê Dîwana Hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Cizîrê Ebdulrihman Hesen hêvî kir ku, xebatên Meclisa Gelan a Demokratîk xizmeta pêkhateyên li herêmê bike.