Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ SALVEGERA RIZGARKIRINA 9’AN A KOBANÊ BI ŞAHIYEKÊ HATE PÎROZKIRIN

Xelkên kantona Firatê bi boneya salvegera 9ˊan a serkeftina Kobanê şahiyek li dar xistin.

Şahî li Qada Şehîd Egîd a Kobanê û bi beşdariya endamên saziyên Rêveberiya Xweser, bi hezaran şênî, endamên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser a kantona Firatê hate lidarxistin.

Di şahiyê de axaftin ji aliyê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, Desteya Kar û Barên Civakî ,Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star ve hatin kirin .

Axêveran salvegera rizgarkirina kobanê pîroz kirin û gotin ku berxwedana Kobanê li tevahiya cîhanê deng vedaye .

Piştî axaftinan koma Botan a Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê, hunermend Melîk El Teyim ê ji Reqayê û hunermend Aycan Kobanê hunerên xwe pêşkêş kirin.