Kanala ROJAVA TV

PARTIYÊN SIYASÎ YÊN KOBANÊ: RIZGARKIRINA KOBANÊ BÛ DESTPÊKA TUNEKIRINA DAIŞ`Ê

Partiyên siyasî yên Kobanê bi daxuyaniyekê salvegera 9’emîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’Ê pîroz kirin û gotin rizgarkirina Kobanê bû destpêka tunekirina DAIŞ`ê ye.

Di daxuyaniya partiyên siyasî de hate gotin:bi saya YPJ û YPG`ê, welatparêzan û bi desteka Koalîsyona Navneteweyî Kobanê rizgar bû û bi ser ket .

Her wiha partiyan anîn ziman ku Piştî Tirkiyê fêm kir ku êdî çeteyên wê nikarîn armancê wê pêk bînin, wê bi xwe êrîş herêm kir .

Partiyan bang li Civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî, NY û Koalîsyona Navneteweyî kirin ku rê li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser saziyên sivîl bigirin .

Partiyên siyasî yên Kobanê destnîşankirin ku heta Sûriya demokratîk a pirreng û nenavendî pêk were, ew ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin.