Kanala ROJAVA TV

DESTEYA RÛSPIYAN A QAMIŞLO 2 MALBATÊN NAVDAR LI HEV ANÎ

Desteya Rûspiyan û Ofîsa têkiliyên giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê malbata xanîka û Ekaş li Qamişlo li hev anîn.

Di rûniştina lihevanînê her du malbat, komîteya lihevanînê, Rûspiyên Kurd û Ereb, Kongra Îslama Demokratîk ,amade bûn.

Endamê Desteya Rûspiyan Îbrahîm Kallo axvî û got ku divê di dema niha gel hevgirtî be .

Desteya Rûspiyan û Ofîsa Têkiliyên giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li hember nakokiyên di navbera gel de, di nava hewildanan de ne .