Kanala ROJAVA TV

KOMÎTEYA ŞÛNWARAN A MINBICÊ DERBARÊ PARASTINA ŞÛNWARAN DE SEMÎNEREK LIDARXIST

Komîteya Şûnwaran a Kantona Minbicê ji bo şîrovekirina girîngiya parastina şûnwaran, semînerek li dar xist.

Semîner bi hevkariya pisporên biyanî bi rêya bernameya Zoom û bi armanca perwerdekirina civakê li ser parastina şûnwaran hat lidarxistin.

Di semînerê de, girîngiya şûnwaran, ronîkirina şûnwarên arkolojîk ji gel re û çawaniya parastina mîrateyan hat nirxandin.

Hevserokê Komîteya Şûnwaran a kantona Minbicê Ebdul wehab Şêxo behsa armanca wan ji semînerê kir.