Kanala ROJAVA TV

XELKÊN QAMIŞLO BI HEVGIRTINA XWE KRÎZA PEYDAKIRINA AVÊ SIVIK DIKIN

Xelkên bajarê Qamişlo bi hevgirtin û yekîtiya xwe, krîza avê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li herêmê rû da, çareser dikin.

Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binesazî û navendên jiyanî yên welatiyan bombebaran kir.

Ji ber êrîşan krîzên peydakirina av, gaz û kehrebeyê rû dan.

Xelkên bajarê Qamişlo bi hevgirtin û yekîtiya xwe, da ku krîza avê çareser bikin, bi hev re dibin alîkar.

Şêniyên bajêr ên ku bîrên wan ên avê hene, li cîranan belav dikin.