ŞÊNIYÊN QAMIŞLO SERSAXÎ DAN MALBATA ŞEHÎD MEHMÛD DERWÊŞ
Şêniyên bajarê Qamişlo îro bi merasîmekê sersaxî ji malbata Şehîd Mehmûd Derwêş re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin
Bi sedan ji şêniyên Qamişlo beşdarî konê sersaxiyê ya Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Mehmûd Derwêş bûn û sersaxî ji malbeta wî re xwastin.
Di sersaxiyê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Qamişlo axaftin hatin kirin û ji bo parastina nirxê şehîdan soza şopdandina xeta wan hate nû kirin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd Derwêş, di 24`ê Çileyê de, di encama êrîşa balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Girdêwan de şehîd bû.
Şehîd Mehmûd Derwêş li gorîstana şehîdan ya Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hate veşartin.