Kanala ROJAVA TV

LI MINBIC JI BO ŞEHÎD ZELAL ZAGROS MERASÎMA SERSAXIYÊ HATE LIDARXISTIN

Xelkên Minbicê ji bo şehîd Zelal Zagros merasîma sersaxiyê li dar xistin û destnîşan kirin ku ew ê di şexsê têkoşer Zalal Zagros de heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin .

Endam û rêveberên sazî û komîte, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn .

Her di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku şehîd zelal ji bo azadiya gelê xwe û bi taybet azadiya jinan tekoşînek bê hempa meşand.

Her wiha hate destnîşankirin ku Dewleta Tirk ji hêza jina azad ditirse lewma wan hedef digre.