LI KAMPA BERXWEDAN A ŞEHBAYÊ PIRTÛKXANEYEK HAT VEKIRIN
Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê îro bi şahiyekê pirtûkxaneyek bi navê “Pirtûkxaneya Rêber Apo” li Kampa Berxwedan vekir.
Di şahiya vekirina pirtûkxaneyê de, koçberên Efrînî yên di kampên Berxwedan û Serdem de beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin.
Axêveran vekirina pirtûkxaneyê hat pîroz kirin û diyar kirin ku bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ew gihêştin hebûn û nasnameya xwe.
Piştî axaftinan xelatên ji bo pirtûkxaneyê hatin dayîn û guvend hatin gerandin.