LI QAMIŞLO ŞEHÎDÊN MEHÊN KANÛN Û ÇILEYÊ HATIN BI BÎR ANÎN
Xelkên bajarê Qamişlo îro bi merasîmekê 166 şehîdên mehên Kanûn û Çileyê li gororistana Şehîd Delîl Saroxan bi bîr anîn.
Bi sedan şênî, Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Saziyên Sivîl û Partiyên Siyasî beşdarî merasîma bîranîna şehîdan bûn.
Di merasîman de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û PYD’ê ve hatin kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.
Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Merasîma bîranînê bi siloganên ” Şehîd Namirin ” bi dawî bû.