Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊNÊN QAMIŞLO CENAZEYÊ ŞEHÎD MEHMÛD DERWÎŞ OXIR KIRIN

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Derwîş ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker şehîd bibû, oxir kirin

Di merasîma oxirkirinê de bi sedan malbat, endamên saziyên sivîl, endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk, Meclîsa Malbatên Şehîdan û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Derwîş li goristana şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo hate veşartin.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Konferansa Îslama Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata Şehîd re hat xwestin. Paşê wesîqeya şehîd hat xwendin.