KOBANÊ BI YEKÎTIYA GELAN BI SER KET
Serkeftina Kobanê di mejiyê xelkê wê de, bîranînên xweş û him jî bi êş neqişandiye.
Bekir Hac Îs yek ji şahidên berxwedaniya Kobanê ye, ji Rojava Tv re tiştên ku wê demê di kêliyên berxwedanê de bi çavên xwe dîtine vedibêje.
Bi boneya 9 mîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê, em hin kêliyên ku vî bajarî jiyan kirine bi bîr bînin û li ser hinek ji wan rawestin.
Bekir Haj Îsa ê ku li ser berxwedaniya Kobanê şahid bû, ji Rojava Tv re dibêje çavên desthilatdaran bar nebû ku xelkên Kobanê bi azadî bijîn, lewma destek dan çeteyên DAIŞ’ê êrişî Kobanê bikin.
Bekir Haj Îs anî ziman ku Kobanê meydana kombûyina tevahî Şervanên kurdistanê bû û bi rihê seferberiya Ku rêber APO lidarxistî di 134 rojan de, ji destê çeteyan hate Rizgar kirin.
Berxwdana kobanê ya 134 rojan dewam kiriye muhrek li dîroka gelê kurd daye, û weke ku cara yekem gelê wê li ber xwe daye, îro jî li hember gefên dewleta tirk a dagirker soza berxwedaniyê bilind dikin.