Kanala ROJAVA TV

GEL LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA TIRK BERTEKAN NÎŞAN DIDIN

Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ên kantona Reqa êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û gotin Tirkiyê li pêş çavên tavahî cîhanê sûcên dermirovî pêk tîne.
Endamên PYD’ê destnîşan kirin ku Tirkiyê bi êrîşan armac dike destkertiyên Şoreşê têk bibe.

12`ê Çileyê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê zêdetir kirin, bi balafirên şer û yên bêmirov zêdeyî 80 navendên xizmetê bombebaran kirin.

Di encamê de stasyonên enerjiyê bi temamî wêran kirin.

Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk ên kantona Reqa êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û gotin Tirkiyê li pêş çavên tevahî cîhanê sûcên dermirovî pêk tîne.

Her wiha Endamên PYD’ê destnîşan kirin ku Tirkiyê bi êrîşan armac dike destkertiyên Şoreşê û biratiya gelan tune bike.

Li gorî şîrovekarên herêmê armanca dewleta tirk a dagirker hilweşandina Rêveberiya Xweser û têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye.