Kanala ROJAVA TV

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ BANDOREKE NEYNÎ LI QADA ENERJIYÊ KIRIYE

êrîşên dagirkeriyê ên li dijî stasyona swêdiyê, bandoreke neynî li qada enerjiyê kiriye.
Hevserokê Gerînendeya Avê ya Bajarê Qamişlo Wasil Esad ji RojavaTV re tekez kir ku hedefgirtina dewleta Tirk ji stasyona siwêdiyê re bandoreke xirab li ser karê wan kiriye .

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi salane didomîne, dijwartir dike.

Dagirkerî di êrîşên xwe de saziyên xizmetguzarî û navendên enerjiyê hedef girt.

Yek ji van navendan jî Stasyona Siwêdiyê ya Başûrê Rîmêlanê yê girêdayî Qamişlo ye ku kahrebe û gazê ji kantona Cizîrê re dabîn dike.

Hevserokê Gerînendeya Avê ya Bajarê Qamişlo Wasil Esad ji RojavaTV re tekez kir ku hedefgirtina dewleta Tirk ji stasyona siwêdiyê re bandoreke xirab li karê wan kiriye .

Her wiha Wasil Esed bang li xelkê Herêmê kir ku ji ber rewşa awarte û nebûna avê, avê zêde xerc nekin.

Tevî êrîşên Dagirkeriyê yên li dijî binesaziya Herêmê, lê Rêveberiya Xweser ji bo dabînkirina pêdiviyên gelê herêmê di nava hewildanan de ye .