Kanala ROJAVA TV

MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN LI MINBICÊ KOMXEBATEK JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ LI DAR XIST

Meclisa Malbatên Şehîdan li Minbicê bi armanca rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan komxebatek li dar xist.

Komxebat bi diruşmeya ” Çareserkirina dozên Rojhilata Navîn di Îmraliyê de ye” hat li dar xistin.

Bi dehan Siyasetmedar, Hiqûqnas û endamên saziyên Rêveberiya Xweser di komxebatê de amade bûn.

Kesên ku beşdarî komxebatê bûn diyar kirin ku tecrîda giran ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li Îmralî li dijî zagonên navnetewî ye.

Her wiha diyar kirin ku azadiya rêber Abdullah Ocalan çareserî ji hemû pirsgirêka ne.

Komxebat bi vekirina deriyê nîqaşê bi dawî bû.