LI HERÊMÊ JI BER ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ALOZIYA SOTEMENIYÊ ÇÊBÛYE
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aloziya peydakirina sotemeiyê derket holê.
Endamê Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Hesekê Xalid Mihemed diyar kir ku, Rêveberiya Xweser da ku rewşa awerte li herêmê çareser bike, di nava tevgerê de ye.
Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet hedefgirtina binesaziya herêmê û bîrên petrolê, aloziyeke stomeniyê derket holê.
Welatiyên herêmê jî neçar dibin ku heta saetên dirêj li dora sotemeniyê bisekinin.
Endamê Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Hesekê Xalid Mihemed diyar kir ku, ji ber êrîşên dagirkeriyê sotemenî li herêmê kêm bû û di encamê de kehrebe li ser welatiyan qut bû.
Her wiha Xalid Mihemed got, ji bo çareserkirina rewşa awerte li herêmê, Rêveberiya Xweser di nava tevgerê de ye.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê 17`ê Çileyê di civîneke çapemeniyê de aşkera kir ku li gelek bajar û gundên kantonê keherebe qut bûye her wiha topên gazê jî nema li herêmê peyda dibin.