Kanala ROJAVA TV

ENDAMÊN KONGRA STAR HEDEFGIRTINA ZELAL ZAGROS ŞERMEZAR KIRIN

Endamên Kongra Star ên Kantona Şehbayê hedefgirtina Jinên Pêşeng şermezar kirin û diyar kirin ku, dagirker di şexsê jina kurd de dixwaze têkoşîna azadiyê ji nav bibe.
Her wiha Endaman gotin, ew ê li hemberî dagirkerên kurdistanê têkoşînê geştir bikin.

Dewleta Tirk a dagirker li gel êrîşên xwe yên li dijî Kurdistanê, bi rêya Mîtên xwe jinên pêşeng ên ku nûnertiya têkoşîna azadiyê dikin, hedef digire.

Herî dawî 18`ê Çileyê li Kerkûka başûrê Kurdistanê Siyasetmedar û Şoreşgera kurd Zelal Zagros ji aliyê mîtên dewleta Tirk a dagirker ve hat hedefgirtin.

Endamên Kongira Star ên Kantona Şehbayê hedefgirtina Jinên Pêşeng şermezar kirin û diyar kir ku, dagirker di şexsê jina kurd de dixwaze têkoşîna azadiyê ji nav bibe.

Her wiha Endaman bang li tevahî jinên cîhanê kirin ku li hemberî desthilatdariya faşîst a Tirk rabin ser piyan û têkoşîna xwe geştir bikin.

Fermandar û şoreşger Şehîd Zelal Zagros yek ji jinên ku 31 salan bê navber û di oxira doza gelê xwe de bê westan tê koşiya. Her wiha behreyên xwe yên şoreşgerî, zanistî û civakî li Kurdistanê bi pêş xistin.