Kanala ROJAVA TV

MECLISÊN SIVÎL ÊN MINBICÊ HEDEFGIRTINA SIYASETMEDAR FIRYAL XALID ŞERMEZAR KIRIN

Meclisên Sivîl ên kantona Minbicê ji bo şermezarkirina buyera şehîdxistina siyasetmedar Firyal Xalid daxuyaniyek da û banga hesabpirsînê ji sûcdaran kir.

Bi dehan endamên Meclisên Sivîl li Minbicê tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şehîd Zelal di her qadî de kedek mezin da û bi rihê jina azad têkoşiya.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku şehîd zelel ji bo azadiya gelê xwe û bi taybet azadiya jinan tekoşînek bê hempa meşand.

Di dawiya daxuyaniyê de banga hesabpirsînê ji sûcdaran hate kirin, her wiha soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.