Kanala ROJAVA TV

XELKÊ REQAYÊ GAZINAN JI CUDABÛNA BUHAYÊ DERMANAN DIKIN

Ji ber Buhabûna derman û kêmbûna hin cûreyên wan li bajarê Reqayê, xelkên herêmê zehmetiyên mezin di peydakirina dermanên pêwîst ên nexweşiyên demsalî de dibînin.

Di nav dermanxaneyên bajarê Reqayê de, cûdahiyeke mezin di nirxê dermanan de heye, lewma nexweş neçar in ku dermanan bi nirxekî bilind bikirin.

Tevî wê kêmbûna hin cureyên dermanan di dermanxane û embaran de, bareke din li ser gel zêde dike.

Welatiyan Reqa diyar kirin ku nirxê dermanan li dermanxaneyekê ji ya din cuda ye û hin kes bêyî rêgezên yasayî dermanan difiroşin.

Ji bilî buhabûna nirxê dermanan, welatî ji pirsgirêka kirêkirina bawernameyên dermanxaneyan bigazin in.

Yekîtiya Dermanfiroşên Reqayê jî got, buhabûna dermanan ji ber ku zêdebûnek nû ji aliyê hikûmeta Şamê ve li nirxê wan hatiye sepandin, ji bilî cudahiya di navbera nirxê dermanên xwecihî û yên biyanî de.

Ji ber ku piraniya kargehên çêkirina dermanan li deverên di bin kontrola hikûmeta Şamê de ne, herêm her tim rastî kêmasiya dermanan tê, ji ber ku hikûmeta Şamê li gorî xwe nirx, miqdar û cureyên dermanan û ketina wan bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kontrol dike.